Xopêşandana gelê Îraqê derbasî hefteya sêyemîn dibe, îro hemwexta yada mewlûda pêxember Mihemed silavên yezdan liser bin, li Bexdayê û hinek parêzgehên din xwepêşandan tên kirin, komisyona mafên mirovan eşkere kir, 283 însan hatine kuştin.
Îro roja şemî 9/11/2019an, gelê Îraqê li Bexdayê û hinek parêzgehên din ên Naverast û Başûra wilat xwepêşandanên xwe didomîne, ew li ser banga hilweşana Hikûmeta federal û guherandina pergala birêvbirina dewletê cidîne.
Li Bexdayê xwepêşander dîsan li meydana Tehrîrê kombûne, li pirên sereke û her wiha cadeyên mezin yên paytextê, ew weke giropên 100 heya 200 kes li kolanan dimeşin û siloganên dijî hikûmetê bilind dikin.
Li Besra, Nasriyê, Diyalayê û her wiha Necefê, bi sedan wilatî li cade û cihên giştî kombûne, hêzên ewlekariyê bi berifrehî li cade û kolanan belavene.
Di xwepêşandanên duh roja înî yê de, pêtirî 12 Xwepêşanderan hatin kuştin û bi dehan Xwepêşander birîndar ketine, taybet li Besrayê, li danê êvara heman roj asta tundutîjî yê bilind bû piştî Sîstanî peyam weşandî.
Komisyona mafên mirovan ya îraqê amara zirarên canî yên ji destpêka xwepêşandanan eşker kir û li gor wê, 283 kes hatine kuştin û 13 hzar kes birîndar ketine.