TİRKİYÊ 79 KOÇBERÊN BÊ DESTÛR GİRTİN

TİRKİYÊ 79 KOÇBERÊN BÊ DESTÛR GİRTİN

Hêzên ewlehiya Tirkiyê duh şevê bi dehan koçberên bê destûr li beravên Îzmîrê desteser kirin ku dixwastin derbasî Ewropayê bibin.

Li herdu şaredariyên Menderes û Dîkîlî li bajarokê Îzmîrê, 79 koçberên bê destûr hatin desteser kirin ku dixwastin bi rêyên qedexe kirî biçin Ewropayê, hejmareke wan koçberan jin û zaro bûn, piştî ku hatine girtin ji bo rêveberiya koçberan li bajarokê Îzmîrê hatin veguhastin.

Tîmeke hêzên deryayê li sînorê Ehmetbêylî li Menderesê belemeke metatî girtin ku 35 însan di hundirê wê de bûn, piştî lekolînê eşkere bû ku 24 ji wan Sûrî ne, 10 jî Felestînî û yek jî Misrî bû.

Hemwext li beravên Dîkîlî hêzên ewlekariyê karîn 44 koçberên din rizgar bikin ku belema wan zirar pê ketbûn û wan hawar dikirin, ji wan jî 28 Sûrî hebûn, 12 jî Somalî û 4 din Felestînî bûn.

Ev jî di demekê deye ku li rojhelata navîn jîyan hinekê zehmet ketiye bi taybet jî rewşa Sûriyê ku heyama 8 salane şer di hundirê wê da didome.

TİRKİYÊ 79 KOÇBERÊN BÊ DESTÛR GİRTİN

Pustên heman beş