DADGEHA BİLİND A HİNDİSTANÊ Dİ BERJEWENDA HİNDOSAN DE BİRYAR DA

DADGEHA BİLİND A HİNDİSTANÊ Dİ BERJEWENDA HİNDOSAN DE BİRYAR DA

Dadgeha blind a Hindistanê di berjewenda Hindosan de biryarê dide û dibêje: Mosilman li cîyeke din Mizgeftê ji xwe re dirist bikin.

Hindosan divê Peristgehekê li vê derê j xwe re dirist bikin.

Ev bû dema dehan salane hevrikî dinavbera Hindosan û Mosilmanan de heye liser vê erdê û her kes dibêje ev erd ê meye, lê dadgeha Hindistanê biryara dawîyê di berjewenda Hindosan de derxist, û ragihand pêtvî dike erdeke din bi Mosilmanan bidin jibo ava kirina Mizgeftê.

Hindos liser vê bawerê ne ku ev erd cîyê ji dayk bûna “Lord Ram” yek ji xwedawendên wane. Mosilman jî dibêjin ew bo dema çendîn salane li vê derê peristinê dikin.

Mizgefta Babirî di sedeya hevdemîn li vir hat bû avakirin, lê li sala 1992 Hindosan êrîşî ser vê Mizgeftê kirin û zirar gihandin vê Mizgeftê.

Paş têkdana Mizgeftê ji aliyê Hindosan çendîn caran şer û pevçûnên herî dijwar dinavbera Hindosan û Mosilmanan peyda bûn ku di encam de nêzî 2000kesan hatin kuştin.

Duh bera ragihandina biryara dadgehê ya îro, polîsên Hindistanê bi sedan kesan deste ser kirin taku bikarin rê ji tundutîjî yê bigirin.

Hezaran polîs hatîne şandin ji bû wê derê hemû Dukan û ciyên bazirganî heya roja duşemî hatin daxistin û torên civakî ketin bin cavdêriyeke tund a polîsan de herwiha serkirdên siyasî ên Hindistanê ji gelê Hindistanê re xwast ku aramiyê biparêzin.

Mosilmanên Hindistanê weke kemîneyeke pêtir ji 170 milyon kesî dihên xemlandin, hin ji şirovekaran liser wê bawerê ne ku paş hatine ser deshilata Hikumeta neteweyî a Hindistanê BCP li sala 2014an de, Hindosî yên radîkal pêtir ji berê çalak bûne.

DADGEHA BİLİND A HİNDİSTANÊ Dİ BERJEWENDA HİNDOSAN DE BİRYAR DA

Pustên heman beş