Arteşa Tirik ya dagîrkar di nîvroja duh şemî de, bajarokê Hîşe yê girêdayî bajarê Eyn Îsayê hedef kir û di encamê de, 2 hemwilatî şehîd ketin û 5ên din birîndar ketin.
Balefirên cengî yên Tirkiyê yên bê pîlot duh roja şemî 9/11/2019an bajarokê Hîşe ku dikeve Başûra Rojhilata bajarê Eyn Îsayê hedef kir û zirarên canî bi gelê sivîl ketin, 2 hemwilatî şehîd ketin û 5ên din birîndar bûn.
Li gorey çavkaniyên saxlemiyê 2 sivîl şehîd bûne û 5 kesên din birîndar bûne, ji sivîlên şehîd navê “Hanî Ehmed El Rawî 25 sal” hate naskirin.
Navê birîndaran jî evin: “Elî Hemîd El Hîlal 45 sal, Tariq El Ehmed 30 sal, Mihemed El Ehmed 29 sal û Hemûd El Ehmed 20 sal”.
Ji xizmên birîndarekî, Fehed El Ehmed diyar kir ku arteşa Tirkiyê komeke ji şênyên herêma Hîşayê dema pembo diçnîn kirin hedef.
Fehed bal civaka navneteweyî kir ku li himberî sûçên dewleta Tirk a dagîrkar li dijî herêmên Bakûr û Rojhilata Sûriyê û Qetil kirina bi sedan sivîlan helwesteke cidî nîşan bide.