ŞER Bİ ÇEKÊ GİRAN Lİ DERDÛRA TİL TEMİRÊ DERKET

ŞER Bİ ÇEKÊ GİRAN Lİ DERDÛRA TİL TEMİRÊ DERKET

Arteşa dagîrkariya Tirkiyê û çeteyên wê careke din êrîşî Gundên sînorê Til Temirê kirin, balefirên bê pîlot jî bordomanê dikin.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê eşkere kirine, îro roja yekşemî 10/11/2019an çeteyên Tirkiyê ji Cebhet El Nusre û arteşa azad ya Sûriyê bi piştevaniya balefirên bê pîlot yên arteşa dagîrkar, êrîşa Gundên derdûra Til Temirê kirine.

Ev êrîş li ser Gundên Qebir Sixîr û Um Şehfeyê hatine kirin û şer di navbera wan û hêzên Sûryaya demokratîk de derketiye.

Navenda çapemeniyê ya HSD’ê eşkere kir, arteşa dagîrkar û çete û dovelankên wê çekên giran bikar anîne û balefirên bê pîlot Gundên nav hatî hedef kirine.

Li derbara êrîşa ser navendên hereketên arteşa nîzamî ya rejîma Sûriyê, ajansa Sana ya dewleta Sûriyê eşkere kir ku bi sedema hedefkirina hereketên arteşa Sûriyê ji aliyê arteşa Tirkiyê ve, 5 serbazên wan hatine kuştin û 26 birîndar ketine.

Hemwext eşkere kir, ev êrîş di 24 demjimêrên rabûrî li ser navendên wan yên herketê li sînorê Til Temirê hatine pêkanîn.

Herçend ku HSD’ê behsa amara zirarên xwe yên canî nekir, lê belê rejîma Sûriyê dibêje ku ji duh ve 12 şervanan canê xwe jidestda û 7ên din birîndar ketine.

Pustên heman beş