Bİ SEDEMA TOFANÊ PÊTİRÎ 2 MİLYON KESAN AWARE BÛN

Bİ SEDEMA TOFANÊ PÊTİRÎ 2 MİLYON KESAN AWARE BÛN

Pêtrî 2 milyon kesan li hindistanê û Bengiladişê bi sedema gihiştina Tofana Bolbol ji ciyên wan hatin veguhastin.

Ev Tofane êvara duh gihişt Girava Sagir, li Bengala Rojava ya Hindistanê û hat pêşbînî kirin ku bilindahiya mewcên avê bgehe 2 metran.

Li gorey Çavkaniyan heya niha 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Xizmetgozarî di piraniya balefirxane û benderên nêzî Tofanê li Hindistanê û balefirxaneya pir hatin û çûna navdewletî ya Kilikte hatîne sekinandin.

Bİ SEDEMA TOFANÊ PÊTİRÎ 2 MİLYON KESAN AWARE BÛN

Du benderên mezin yên Bengiladiş bi navên Mongila û Çîtagong jî hatin qepat kirin û firîn li balefirxaneya Çîtagong jî hatin sekinandin.

Desthilatdarên Hindistanê ragihandiye ku keştî û balefirên Supayê Hindistanê di amadene ji bo gihandina alîkariyan di demê pêwîst de.

Beravên Bengiladiş hertim dikevin ber êrîşên Lehî û Tofanan lê li salên rabûrî de Bengiladiş kariye amara qorbaniyan bi sedema Tofan û Lehyan kêm bikin.

Bİ SEDEMA TOFANÊ PÊTİRÎ 2 MİLYON KESAN AWARE BÛN

Pustên heman beş