Heftenameya “Forin Polîsî” di raporeke xwe de tekez dike pîlanên dagîrkariya Tirkiyê li Sûriyê beşekin ji pirojeya wê a sitratîjî û dem dirêj ji bo guherîna demografiya Rojhilata navîn, ku destpêka vê sîyasetê vedgere ji bo serdema împratoriyeta ‘Osmaniyan.
Di raporê de hatye: yek ji wan egerên ku bûyne sedema wê yekê ku praniya dewletên Cîhanê îdaneya êrîşa dagîrkariya Tirkiyê bo ser Sûriyê “Rojava Kurdistanê” bikin eve ku Erdogan dixwaze bi rêya bi zor nêştecê kirina 1 milyon ta 2 milyon penaberên sûrî ku niha li Tirkiyê dijîn li ser sînorê di navbera xwe û sûryê de, demografiya navçeyê biguhere.
Di dirêjahiya raporê de hatye ku yên rexneyan ji Erdogan digrin, Erdogan bi vê yekê sûçbar dikin ku “Andazyarî Dîmografî” weke siyasetek bikar diîne ji bo guherîna demografiya navçeyê, ev yek jî bi rêya bi zor nêştecê kirina Penaberan û hewlên qirr kirina neteweî ya kurdan li sînorê di navbera xwe û Sûriyê de, helbet ev yek bi behaneya şerê li dijî PKK’ê ku li Enqerê weke şerê dije terorê dihêt nav kirin.
Forin Polîsî dopat dike ku hewildanên niha yên Erdogan dirêjepêderên dîrokeke pir dirêje ku xwe di b zor koç pê kirina gel de dibîne, ku di dema xwe de ‘Osmaniyan jî ev siyasete bikar diîna û ta niha jî di şiyan de nîne kênca wê sîyasetê li Bakûrê Rojhilata Sûriyê mehiv bikin.
Ev govar ji bo îsbat kirina axaftina xwe mînakek zîndî bikar diîne ev mînak jî eve “li ser dema Împiratoriyeta ‘Osmanî de roniştvanên Anadolê hatin veguhastin ji bo Balkanê, û li wir nêştecê kirin taku desthilata ‘Osmaniyan bicî bikin. Her wiha revîna penaberên Mosilman ji qirr kirina Nejadî û wan dadgeh kirinên desthilatdarên ‘Osmaniyan li Balkan, Qefqaz û Kirîmiya encam didan”.