TİRKİYÊ Û ÇETEYÊN XWE ÊRÎŞÎ GUNDÊ QZALÎ Û MİŞÊREFA KİRİN

TİRKİYÊ Û ÇETEYÊN XWE ÊRÎŞÎ GUNDÊ QZALÎ Û MİŞÊREFA KİRİN

Hêzên Sûryaya demokratîk HSD encamên êrîşa dagîrkarî a roja 32an a ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê Cebhet El Nusre û arteşa azad ve li ser Bakûrê Rojhilata Sûryayê ragihandin.

Navenda ragihandina hêzên Sûryaya Demokratîk HSD daxuyaniye da û wiha got: arteşa dagîrkar û komên çeteyan li Gundên Qzalî û Mişêrefa êrîş birin ser sivîlan û hewildan qadên nû bistînin.

Her wiha dest nîşan kir, hêzên HSD di çarçûveya parastina gel de karîn berisva wan êrîşan bidin, di encama şer û pevçûnan de hejmareka leşkirên dagîrkar û çeteyên wê hatin kuştin lê belê heya niha hejmara kuştîyan bi zelalî xweya nebûye.

Her wiha eşkere kir, balefirên cengî yên arteşa dagîrkar yên bê pîlot li Bakûrê Sûryayê êrîş encam di dan.

HSD dibêje: di êrîşa roja 32an ya arteşa dagîrkariya Tirk û çeteyên wan, 5 şervanan canê xwe ji dest da û 3 birîndar ketine.

Pustên heman beş