TİRKİYÊ ŞANDİNA TERORÎSTÊN BİYANÎ DESTPÊKİR

TİRKİYÊ ŞANDİNA TERORÎSTÊN BİYANÎ DESTPÊKİR

Alîkarê wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê îro eşkere kir, wan şandina terorîstên biyanî ji bo wlatên wan dest pê kir.

Alîkarê wezîr û Berdevkê wezaretê Îsmaîl Çatakil got: serê sibê piştî bi dawî anîna kar û baran terorîstê biyanî yê Emerîkayê bi destê midurîyeta giştî ya îdareya Koçê, ji Tirkiyê hat sînorder kirin.

Her wiha got ku di çarçoveya daxuyaniyên wezîrê karên navxwe Suleyman Soîlu yên hefteya rabûrî de, îro sînorder kirina terorîstên biyanî dest pê kir.

Çatakil dest nîşan kir ji serê sibê ve karên şandina hin terorîstên biyanî bi dawî bûne û wiha dewam kir: îro 3 terorîstên biyanî wê werin sînorder kirin.

7 terorîstên biyanî bi eslê xwe Elmanin û li navendên şandinê dimînin heya 14 Mijdarê ku wê werin sînorder kirin.

Pustên heman beş