RÛSYA FEDERAL Û TİRKİYÊ DEWREYA HEVPARA 4 MÎN PÊKANÎ

RÛSYA FEDERAL Û TİRKİYÊ DEWREYA HEVPARA 4 MÎN PÊKANÎ

Arteşên Rûsya federal û Tirkiyê îro dewreya hevpara 4 mîn li Rojava Kurdistanê pêkanî, careke din gelê Rojava erebeyên wan yên leşkirî berbaran kirin.

Îro roja duşemî 11/11/2019an yekeyên arteşên Rûsya federal û Tirkiyê li Bakûrê Rojava Sûriyê û navçeyên Rojhilata Firatê, dewreyeke hevpar pêkanî ku bi dewreya 4 mîn tê hejmartin û erebeyên leşkirî li navçeyên herêma ewlehiyê manor kirin.

Arteşên Rûsya federal û Tirkiyê li dawî car ku li hefteya rabûrî bû dewreya hevpar a 3 mîn pêkanî bûn, lê ji aliyê gelê Rojava li sînorê Qamişlo hatin berbaran kirin.

Îro jî li wexta derbasbûna erebeyên leşkirî yên Rûsya û Tirkiyê li sînorê Dirbêsiyê, gelê wan navçeyan ew ber baran kirin.

Dewreyên hevpar ên Rûsya federal û Tirkiyê li gor lihevhatina soçî tên kirin, ew lihevhatina Hêzên Sûryaya Demokratîk li pey wê ji navçeyê hatine vekşandin.

RÛSYA FEDERAL Û TİRKİYÊ DEWREYA HEVPARA 4 MÎN PÊKANÎ

Pustên heman beş