CESEDÊ DAMEZRÎNERÊ KOLAV SİPÎYÊN SÛRİYÊ Lİ SİTENBOLÊ HAT DÎTİN

CESEDÊ DAMEZRÎNERÊ KOLAV SİPÎYÊN SÛRİYÊ Lİ SİTENBOLÊ HAT DÎTİN

Çavkaniyan li Tirkiyê ragihand ku cesedê Cîmiz Lamjirar, damezrînerê Birîtanî yê giropê “berevaniya Medenî a Sûriyê” ya berniyas bi “kolav Sipî yên Sûriyê”  di nava mala wî de li Sitenbolê hat dîtin.

Royterzê ev nûçeye ji zardevê yek ji hevsoyên Cîmiz Lamjirar herwiha ji zardevê diblomatkarekê belav kir, û medyayên Tirkiyê jî bal kişandin ser nûçeyê kuştina Cîmiz.

Royterzê ji zardevê diblomatkarekê da zanîn ku ta niha sedema kuştina Cîmiz diyar nîne, lê belê hinek medyayan ragihandiye ku Cîmiz ji balekona şuqeya xwe ketiye xwarê, ev yek jî hatye ragihandin ku dibe wî bi xwe, xwe kuştibe.

Cîmiz, wezîfedarê berê yê saziya îstixbaratî ya Berîtanya bû, ku giropa “Mîdî Rîskîo” jî damezrand bû, vê giropê perpirsatiya perwerda xwebexşên kolav Sipîyan hebû.

Çalakiyên kolav Sipîyan weke Giropeke alîkarî kirin û rizgar kirinê di Sûriyê de li salên rabûrî de karvedanên cûda cûda hebûn ji aliyê dewletên cîhanî.

Dewletên rojava û dijberên rejîma Beşar Esed piştevaniya vê giropê dikir, lê belê Hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê weke Rûsya ev girope bi sîxurî kirinê û peywendî kirin bi terorîstan sûçbar dikir.

Vê giropê li sala 2014an de dest bi karê xwe kiriye û behra pêtir çalakiyên wan li wan navçeyan bû ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyê û Rûsya dihatine bombe baran kirin.

CESEDÊ DAMEZRÎNERÊ KOLAV SİPÎYÊN SÛRİYÊ Lİ SİTENBOLÊ HAT DÎTİN

Pustên heman beş