ESED Lİ RÛSYA MİJÛLÎ BAZİRGANİYÊ YE

ESED Lİ RÛSYA MİJÛLÎ BAZİRGANİYÊ YE

Rojnameya “The Financial Times” tayimiz di dawî weşana xwe de ragihandiye ku paş dijwar bûna agirê toreîya gelê Sûriyê di şorşa vî wilatî de, Esed beşeke mezin ji serwet û sermaya xwe veguhastiye Rûsya û li paytexta vî wilatî de mijûlî kirîn û firoştina Tawer, Şuqe û milk û malî ye.

Li gorey vê rojnameyê, Esed herî kêm 18 Şuqeyên herî giran beha li Tawerekê li bajarê Kapîtal ê Rûsya kirîne daku bi vê yekê beşek ji pereyên xwe li dervey Sûriyê bikar bîne û bi vê yekê wan pereyan ji metirsiyên şerê Sûriyê dûr bike.

Hinek ji kesên malbata Esed ji wan pismam û kurmetên wî bi merema veşartina vê melefê, di 6 salên rabûrî da dest bi kirîna herî kêm 20 Şuqeyan kiriye bi rêya silfeyên taybet bi şirketan li dervey wilatî ku digehin nêzî 20 heya 40 milyon dolarên Emerîkî, ev yek îsbat dike ku ev malbate ji bilî ku hinek rêyên din ên taybet ji bo şikandina wan dorpêçên Abûrî yên liser xwe bikar diînin, mijûlî bazirganî kirin bi pereyên malbata Esedin li dervey Sûriyê de.

Di dawyê de “The Financial Times” zelal kiriye berifreh bûna têkilîyên abûrî yên dinavbera Sûriyê û Rûsya de, bûye sedema bihêz kirina Qeyomîyeta Rûsya liser Sûriyê di bîyavên cûda cûda weke bîyavê siyasî û abûrî de.

Pustên heman beş