Serokê Tirkiyê îro got: ezê biçim emerîkayê, li wir wê bi Tiramp re bibêjim hewe soza xwe li Sûryayê şikand.
Receb Teyîb Erdogan îro roja sêşemî ji bo emerîkayê bi rêket, li balefirxaneyê cvîneke rojnamevanî pêkanî û wiha axvî: ezê li emerîkayê bi serok Tiramp re bibêjim, hewe sozên xwe ên li bakûra Sûryayê bicî nekirin û hewe soz şikand.
Erdogan evê serdana emerîkayê bi vexwandina fermî a serok Donald Tiramp pêk diîne, nîqaşa têkilîyên Enqerê û Waşintonê, melefa Sûryayê û herêma ewlehiyê wê bingeha nîqaşê be.
Serokê Tirkiyê dibêje: li derbara herêma ewlehiyê, emerîkayê soza xwe bicî nekir û yekîneyên parastina gel YPG’ê ji hêla sînor venekşayne.
Li aliyê din got: li derbara herêma ewlehiyê Tirkiyê kareke cidî li gel Rûsya federal û Emerîkayê heya niha kiriye, em dixwazin ev kar li qonaxên pêşerojê bidome.