EMERÎKA DİBÊJE ERDOGAN XELÎFÊ DAİŞ’Ê Dİ PARAST

EMERÎKA DİBÊJE ERDOGAN XELÎFÊ DAİŞ’Ê Dİ PARAST

Heya berî kuştina wî Erdogan digel Bexdadî  li ser xet bû

Serokê Tirkiyê Erdogan  dikeve ber hinek guman û sûçên din di melefa Ebû Bekir Bexdadî  yê Xelîfê DAIŞ’ê  de, lê ev car hevpeymana Tirkiyê ev sûç xistine pal Erdogan , wexta berpirsyarekê berê yê Koçka Sipî eşkere kirî ku Bexdadî  xelîfe û rêberê DAIŞ’ê  li jêr parastina Erdogan  de bû.

Li 26 Cotmeha îsal xelîfe Bexdadî li gundê Barîşa yê sînorê Îdlibê di operasiyoneke Emerîkayê de tê kuştin, ev navçe raste rast li jêr çavdêriya Tirkiyê de bû, bi gotneke din mala ku Bexdadî têde jiyan dikir bi hinek kîlometrên kêm dûrî bingeh û navendên arteşa Tirkiyê yên li sînorê Îdlibê bû, ev yek sedema sereke ya vekirina deriyê gomanan bû ku Tirkiyê haya wê ji ciyê Bexdadî  û malbata wî hebû, belku raste rast li jêr parastina wê de bû.

Li gor pêgeha Globalist, Birêt Mekgork Şandiyê taybet yê Donald Tiramp ê serokê Emerîkayê ji bo hevpeymaniya navneteweyî a li dijî DAIŞ’ê pêzanîn li ser melefa kuştina Bexdadî, ciyê vehewyana wî û hemwext kuştina wî dane, her çend ku ev zanyarî Mekgork ne zanyarîyeke nûye eşkere dibe, lê belê weke danpêdaneke fermî ji aliyê rayedareke Emerîkayê tên fêm kirin.

Şandiyê berê yê serokê emerîkayê ji bo Îraqê û sûryê dibêje: Tirkiyê tu alîkariyek ji bo dest nîşan kirina ciyê Bexdadî nekir, her çend ku Bexdadî  li nêzî navendên arteşa Tirkiyê li sînorê Îdlibê veşartî bû, ev yek dibe belgeyeke eşkere ku Enqerê Bexdadî  di parast.

Mekgork wiha dibêje: “emerîkayê hest kir ku Tirk ne alîkare, lewma biryar da êrîşa ser ciyê Bexdadî ji Îraqê were pêkanîn ne ji Tirkiyê, her çend ku Tirkiyê pêtir nêzî ciyê xelîfe bû”.

Ev gotnên Birêt Mekgork hemwexta pêleke dijwar a sûçbariya civaka navneteweyî ji bo Enqerê tên, daxweyanîya îstixbarata Îraqê jî li bîr diîne wexta ragihandî ku birayê Ebubekr Bexdadî bi çavsaxiya rayedarên Tirkiyê gelek caran serdana Sitenbolê kiriye, her wiha beyana wezareta karên derve ya emerîkayê wexta navên hnek berpirsyarên Tirkiyê eşker kirîn ku pereyan ji bo rêxistna DAIŞ’ê dişînin.

Emerîkayê hebûna têkeliyeke veşartî ya Enqerê û Bexdadî bi zarê Birêt Mekgork Şandiyê berê yê serokê Emerîkayê bo hevpeymaniya şerê DAIŞ’ê derxistin, li vir pirsa ku tê kirin eve: gelo çima Waşintonê ev bi serê Enqerê anî? Bersiv bi nerîna pêgeha Globalist eve ku emerîkayê di xwest hinek armancên siyasî bi operasyona kuştina Bexdadî bicî bke, ew armanc heger li ser hesaba Tirkiyê jî be, ji bo Emerîka tu pisgirêk nîne, Emerîka li dawyê sersax ji sûçên çêkirina Bexdadî derçû, herî kêm rûyên xwe li beranber civaka navnetewî Sipî kirin, bo Emerîka girîng nîne eger rû spî bûna wê li ser hesaba hevpeymana wê Tirkiyê be.

Gotnên Birêt Mekgork hinek zanyarîyên senterê lêkolînên sitratîcî yê kurdî jî ser rast kirine, wexta bi berdewamî li salên derbasbûyî dukomêntên hebûna têkilya li navbera Erdogan û Bexdadî diweşandin, sentera lêkolînan eşkere kirbû ku Erdogan bi rêya Hakan Fîdan serokê îstixbarata Tirkiyê û fermandarê xanenişîn Kemal Askîn tan peywendî bi Bexdadî re dikir, ev peywendî heya wexta kuştina Bexdadî li gundê Barîşa yê sînorê Îdlibê di berdewam bûn.

Pustên heman beş