EREBEYEKA MAYÎNKİRÎ 7 KES Lİ KABULÊ KUŞTİN

EREBEYEKA MAYÎNKİRÎ 7 KES Lİ KABULÊ KUŞTİN

Erebeyeka mayînkirî îro li Kabula paytexta Efxanistanê teqîya û bi sedema wê 7 kesan canê xwe ji destda û hejmareke din birîndar ketin.

Li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşa ku bi erebeya mayînkirî hat kirin, 7 kes hatin kuştin.

Nasrat Rahmî, Berdevkê wezareta karên navxwe yê Efxanistanê daxweyanî da rojnamevanan û got ku li kolana Qasimê ya li pişt balefirgeha Kabulê bi erebeya mayînkirî êrîş hat kirin.

Rahmî got li gor tesbîtên destpêkê di êrîşê da 7 sivîl hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn, şahidan diyar kir ku êrîşkaran dixwest erebeyeka arteşa Efxanistanê hedef bikin.

Ji ber bandora êrîşê camên hemû mal û kargehên li herêmê şikestin, kolana êrîş lê hat kirin ji tirafîkê ra hat girtin, hîna niha jî tu kesî ji êrîşê berpirsyar nederket.

Pustên heman beş