Lİ WİLATÊ AYETOLLAHAN 40 MİLYON KES Lİ JÊR XETA HEJARİYÊ NE

Lİ WİLATÊ AYETOLLAHAN 40 MİLYON KES Lİ JÊR XETA HEJARİYÊ NE

Li komara Îslamî a Îranê ku bi wilatê wîlayeta Feqîh û Ayetollahan tê naskirin, 40 milyon kes hene ku li bin xeta hejariyê, jîyaneke herî dijwar derbas dikin.

Cihgirê Serokê Komîsyona alîkarya îranî, amara hejariyê di Îranê de bi 16 milyon kesan dest nîşan kir ku ji bo alîkarî kirina wan, pereyeke herî mezin pêwîste. weke ev saziye dibêje: dewletê budceyek ji bo tesbît kir lê belê, 11 hezar milyar tumen korthênan têde heye.

ev yek di demekê deye ku parlementerên Îranê  pir caran amara hejaran bi 40 milyon kesan tesbît kirine.

Li gorey pêgeha Îsna li roja çarşemî 13/11/2019, Hisên Semsamî di merasîma dest ji kar kişandin û dest bikar kirina rêveberê giştî yê Komîsyona alîkarî kirina tehranê de, ragihand 23٪ ji berhemên navxwe li tehranê, û 14٪ ji parêzgeha Xozistanê berhem tê, û ev 2 bajare di vî warî de li rêza yekem û duyemîn tên.

Li gorey axaftina Semsamî hemû kesên li bin xeta hejariyê de dijîn li bin çavdêriya saziyên taybet bi alîkariyan de nîne û bi tenê 20٪ heya 24٪ ji wan kesan di bin çavdêriya saziyên taybet bi alîkarya hejaran de ne.

Pêş niha, Resol Xezerî, endamê parlamentoya Îranê, ragihand bû: di niha de bi pişt rastî dikarim bibêjim pêtir ji 40 milyon Îranîyan li bin xeta hejariyê de jiyan dikin. Gereke em van amaran qebûl bikîn, çima em dixwazîn di amaran de jî direvan li xwe bikîn?.

Pustên heman beş