SÛRİYÊ LEŞKERAN DİŞÎNE SER SÎNOR

SÛRİYÊ LEŞKERAN DİŞÎNE SER SÎNOR

Arteşa Sûriyê îro hêza xwe li sînorê bi Tirkiyê re zêde kir û leşkir û alav li navçeyên Tirbespyê û Çil Axa belav kirin.

Li gor çavkaniyên rojava kurdistanê, îro roja pêncişemî 14/11/2019an hejmareke leşkir û alav û erebeyên arteşa Sûriyê li sînorê bi Tirkiyê re bi taybet li navçeyên bajarokê Tirbespyê, Çil axa û Dêrkê hatin belav kirin.

Hat ragihandin arteşa Sûriyê navendên xwe li gundê Tilzîwan ê Girêdayî Qamişloyê û hemwext gundê Endîwerê ê girêdayî Dêrkê.

Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê jî dest nîşan kir ku li sînorê bi Tirkiyê re, ji bajarê Çil axa ta Dêrkê li Rojava kurdistanê hêzên sînor parêz belav bûne.

Sanayê her wiha eşker kir ku ew hêz wê li şeş xalan bi dirêjahiya 60 kîlometran bi sînorê Tirkiyê re bicî bibin.

Hêzên Sûryaya demokratîk û rejîma Sûriyê li 13 Cotmeha îsal bi navgînî ya Rûsya federal lihevhatin ku hêzên arteşa Sûriyê li navçeyên HSD’ê werin belav kirin, belav kirina hêzan a îro jî di çarçûveya wê lihevhatinê de tê.

Pustên heman beş