Xwepêşandanên Îraqê îro bo roja 21an berdewam kirin, xortan jî di gotin ku xwe 40 sal derbas bibin, emê ji vir neçin.
Xortên Îraqê li Bexda a paytext û hejmareke parêzgehên din, li ser xwepêşandanên xwe berdewamin, îro jî bo roja 21an wan siloganên li dijî Hikûmeta federal berz kirin û di gotin: emê ji vir neçin xwe heger 40 sal derbas bibin.
Îro roja pêncişemî xwepêşandanan li Bexdayê, Zîqar û Besra berdewam kirin, 2 xwepêşander hatin kuştin û pêtrî 30 xwepêşanderên din brîndar ketin, qurbanî ên bombên gaza hêsir rêj bûn, hemwext teqeya raste rast a polîsan û hêzên ewlehiyê.
Komîsyona mafên mirovan a Îraqê eşkere kir ku ji destpêka pêla nerazîbûnê li 25 Cotmeha îsal, pêtrî ji 310 xwepêşanderan hatîne kuştin û pêtir ji 15 hezar birîndaran ketine.
Hikûmeta federal hinek biryar ji bo çaksazîyan derxistine lê belê nebûne sedema aram kirina cadeya Îraqê û xwepêşander li ser hilweşana Hikûmetê û guherîna pergala Birêvebirina wilat mukirin.