DAWUD OXLO HİNEKÎ MAYE PARTİYA XWE ÎLAN BİKE

DAWUD OXLO HİNEKÎ MAYE PARTİYA XWE ÎLAN BİKE

Partiya Serok wezîrê berê yê Tirkiyê Ehmet Dawud Oxlo hinek maye were îlan kirin û bi awayekî fermî wê tevlî qada siyasî ya Tirkiyê bibe.

Ehmet Dawud Oxlo Serokwezîrê berê yê Tirkiyê  ku pêş 2 mehan ew ji partiya Dad û Geşepêdanê AKP’ê veqetiya, tekoşîn û xebatên wî û heyeta nêzî wî ji bo îlan kirina partiyeke nû didomin.

Li gor kesayetiyên nêzî partiya nû ya Ehmet Dawud Oxlo ku pêzanîn bi tora BBC re dane, di dawiya vê mehê de yan li meha li pey wê, partiya Dawud Oxlo  bi awayek fermî were îlan kirin û wê tevlî qada siyasî be li Tirkiyê .

Heya niha navê partiyê, navenda partiyê, damezrênerên partiyê û roja damezrandina partiyê, bi egera ku tu pisgêrêk di vê piroseyê de rû nedin, nayên eşkere kirin.

Tekoşîna Dawud Oxlo ya çêkirina partiyeke nû hemwexta hewlên partiya desthilatdar tên ku ew dixwaze bi tu awayekî ev tekoşîn bi encam negehe û partiya Dawud Oxlo  neyê avakirin.

Dawud Oxlo serwezîrê 36an yê Tirkiyê  bû û hemwext Serokê partiya Dad û Geşepêdanê bû, bi sedema dûrketina AKP’ê ji binemayê ji bo hatî damezrandin, ew ji partiyê veqetiya, hejmareke serkirdeyên din yên AKP’ê li pey wî, îstfa kirin.

Pustên heman beş