Lİ ÎRAQÊ LİSER BANGA SEDR GİREV Lİ 4 BAJARAN HAT DESTPÊKİRİN

Lİ ÎRAQÊ LİSER BANGA SEDR GİREV Lİ 4 BAJARAN HAT DESTPÊKİRİN

Gireva wezîfê û karan îro li 4 parêzgehên Îraqê destpêkir û mumkîne ji bo hemû bajarên xwepêşandan têde were îlan kirin.

Li îraqê Muqteda Sedir pêşengê tevgera Sedir bang li wezîfedaran kir roja yek şemî 17/11/2019an piştgirya Xwepêşanderan bikin û gireva giştî îlan bikin, li ser vê bangewaziyê îro li 4 bajarên Başûrê Îraqê girev hat îlan kirin û wezîfedar neçûne saziyên dewletê.

Sedir pêşengê siyasî û olî yê Şîe, li ser hesaba xwe a twitterê daxuyaniya nivîskî da û got: ger derfet ji dest biçe wilat wê wunda be, wilatê min ji xebatê girîng tire û xwest ku wezîfedarên dewletê roja yekşemê gireva giştî bikin.

Sedir diyar kir ku sektora saxlemiyê girevê nakin.

Piştî bangewaziya Sedir, parêzgeha Dîwaniye, Mîsan, Zîqar û Babilê îro girev girtin û wezîfedarên wan berê xwe nedan saziyên dewletê.

Li îraqê li çendîn parêzgehan ji bo pirotesto kirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên din, xwepêşandan tên lidarxistin.

Pustên heman beş