Îro roja sêşemî li Zanîngeha Emerîkî li Dihokê karên dîdara (aştî û asayîşa rojhelata navîn) destpêkir.
Di vê dîdarê de serokê herêma Kurdistanê bi gotarekê pişkdarîyê di dîdarê de dike û Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê yek be ji axaftinvanên vê dîdarê. Tê çaverêkirin di navxwe û derveya herêma Kurdistanê de hejmareke kesatî û şarezayên karûbarên sîyasê û asayîşê pişkdarîyê di vê dîdarê de bikin.
Îro roja sêşemî, 19/11/2019 di yekem roja dîdara (aştî û asayîşa rojhelata navîn) de ku li Zanîngeha Emerîkî li Dihokê birêve çû, her yek ji (Qubad Talebanî, cêgirê serok wezîrên herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê û Bêrnar Koşner, wezîrê derve yê Fransayê berê) di panêlekê de behsa peywendîya di navbera (Hukimranîya baş û aştîya deverî) kirin.