Lİ ÎRANÊ SÊ ENDAMÊN SUPAYÊ PASDARAN Û BESÎCAN TÊN KUŞTİN

Lİ ÎRANÊ SÊ ENDAMÊN SUPAYÊ PASDARAN Û BESÎCAN TÊN KUŞTİN

Ajansa nûçeyan a “Fars” ragehand ku di encama xwepêşandanên şeva rabûrî li Tehrana paytexta Komara îslamî a Îranê de li rojavayê Tehranê 3 endamên supayê pasdaran û besîcan hatin kuştin.

Vê ajansê eşkere kir ku bi sedema pevçûna di navbera xwepêşanderan digel hêzên ewlehiyê yên Îranê de li bajarê “Merend” li rojavayê Tehranê, sê endamên hêzên supayê Îranê û besîcan hatin kuştin.

Ji aliyeke din medyayên Îranê eşkere kir ku li roja înî ya bûrî de 75 hobeyên cuda ên benkên bajarê Şîraz li Başûrê Îranê hatîne daxistin.

Di van xwepêşandanên Îranê de heya niha pêtrî hezar kesan ji xwepêşanderan hatîne desteserkirin û hejmareke din jî bi sedema teqeya raste rast a hêzên ewlehiya Îranê ku pêk dihên ji hêzên Supa û Besîc û Polîsan hatîne kuştin, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî jiber encamdana xwepêşandanan heya niha nêzî 80 kesan hatîne kuştin û pêtirî 300 kesan jî hatîne desteserkirin, ev xwepêşandane bi sedema giran kirina bihayê benzînê ji aliyê desthilata Îranê hatin destpêkirin ku bihayê her lîtrek ji benzînê ji 1000 tîmenan blind kir ji bû 3 hezar tîmenan.

Pustên heman beş