GELÊ ÎRAQÊ JİBO Bİ DAWÎ ANÎNA HEJMÛNA ÎRANÊ SERHİLDANÊ DİKE

GELÊ ÎRAQÊ JİBO Bİ DAWÎ ANÎNA HEJMÛNA ÎRANÊ SERHİLDANÊ DİKE

Wezîrê karên derve yê emerîkayê îro ragehand ku gelê Îraqê êdî bi tu awayekî naxwaze Îran dest di hundirê Îraqê de bike, dîsan amaje da wê yekê ku Emerîka naxwaze ev aluzîya niha Îraq têde bibe sedema tûndutîjîyê. Wezîrê karên derve yê emerîkayê di kungireyeke çapemeniyê de, îro roja sêşemî 19/11/2019an ragehand ku welatî wî wê berdewam alîkariyên mirovî bişîne Îraqê û daxwazîya aştîyê û aramîyê ji bo gelê îraqê dikir.

Dîsan amaje da wê yekê ku welatê wî wê alîkariyê ji bo nehêlana gendilyê di Hikûmeta Îraqa federal de bike û herweha got: ya niha li Bexdayê û Başûrê wilat çêdibe sedem destê Îranê ye di karên hundir ên îraqê de, ev yek jî dibe sedem ku gelê îraqê xwepêşandanan ji boy qutkirina destê Îranê di wilat de bike.

Xwepêşandanên ku li serê meha rabûrî ji aliyê gelê îraqê ve li Bexdayê dîsan li Başûr û naverasta wilat hatbûn destpêkirin, li dijî Hikûmeta niha tên kirin û heya niha berdewamin.

 komisyona mafên mirovan li Îraqê ragehand ku hejmara qurbaniyên xwepêşandanan heya niha gihane 335 kuştî û 15 hezar birîndaran, hinek ji wan ji hêzên ewlehiyê ne.

Li destpêka xwepêşandanên gelê Îraqê de xwepêşanderan di xwest ku bêkarî were kêm kirin, dîsan kar ji boy nehêlana gendelîyê di nava Hikûmetê de were kirin û hinek xizmet û jiyana gel were baş kirin, lê belê Hikûmeta Îraqê û saziyên ewlekariyê hêz li himber xwepêşanderan bikar anî evjî bo sedem ku xwepêşander werin kuştin û birîndar kirin, piştre daxwazên xwepêşanderan gihane asta wê yekê ku Hikûmet bi temamê were helweşandin.

Pustên heman beş