Rêkxirawa Hengaw bû mafên mirovan ragihand her ji destpêkirina xwepêşandanan li rojhilatê kurdistanê heya niha pêtrî 300 kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê hatîne desteser kirin û pênasa 7 ji wan eşkere bûye.
Li gorey wan zanyariyên Hengawê belav krî her ji roja destpêkirina xwepêşandanan li rojhilatê Kurdistanê li roja şemî ya rabûrî de heya niha pêtrî 300 wilatîyên kurd li bajarên Kirmanşan, Cwanro, sine, Merîwan û Bokan ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hatîne desteser kirin.
Herweha Hengawê ragihand ku pênasa 7 kesan heya niha ji bo vê rêkxirawa peywest bi mafên mirovan ve hatîne eşkere kirin ku evin:
–Cwanro
1- Şeban Murîdî 2- Rêbwar Seyîd Rûstemî 3- Wehîd Ebdî 4- Emced Şamihemedî 5- Îmran Weledî
–Sine
1- Perîsa Seyfî ku xelka Kamyarane û niha li Sine akincîye
–Merîwan
1- Meysem Mihemedî