ROHANÎ SERKETİNA REJÎMÊ LİSER XWEPÊŞANDANAN RADİGİHÎNE

ROHANÎ SERKETİNA REJÎMÊ LİSER XWEPÊŞANDANAN RADİGİHÎNE

Serok komarê Îranê îro serketina hikûmeta xwe li ser pêla nerazîbûn û xwepêşandanan ragihand û go ku “dujminên gel agirê xwepêşandanê hilkirbû”.

Hesen Rohanî îro roja çarşemî 20/11/2019an, serketina Hikûmetê li ser pêla xwepêşandanên Îranê û Rojhilata Kurdistanê ragihand û go ku “dujminên Îranê agirê evê xwepêşandanê xweş dikir”.

Rohanî dibêje: “gelê Îranê careke din ezmûneke dîrokî kir û ew yek nîşanî dujmin da ku ew rênade pîlanên wan serbikevin”.

Xwepêşandanên Îranê li roja înî ya rabûrî li hinek navçeyên Îranê dest pê kirbûn, piştre li roja şemî dijwar bûn, xwepêşandan bi sedema bilind bûna bihayê bezînê derket bûn.

Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan, tenê li rojhilata kurdistanê bi dehan wilatî hatine şehîd kirin û 300 jî brîndar ketine, hemwext hêzên ewlehiya rejîma îslamî, bi sedan xwepêşander li bajarên Îran û rojhilata kurdistanê binçav kirin.

Pustên heman beş