Erdogan: “serokên wan di axaftineke xwe de ji şexsê min re, dîsa yeke din jî di axaftineke xwe ya di bin banê parlementoyaê de ji şexsê min re her cure heqaret kirin. Li himberî bêedebiya wan êdî emê bêdeng nemînîn. Çi hewce bike emê berisva wan bê edeban bidin.”
Erdogan li navenda giştîya AKP’ê di civîna serokên bajaran berifrehiya AKP’ê da axivî û diyar kir ku ger li derekê rayên me daketibin û hejmara parlamenter û şaredarên me kêm bûbin em nikarin weke ku ti tiştek nebûbe hereket bikin.
Erdogan destnîşan kir ji bona wan şerefeke mezine ku kesên neyartiya wilat û gelê wan dikin biheyrînin.
Erdogan diyar kir serokê giştîyê CHP’ê di hemû meseleyên neteweyî yên Tirkiyê de bi helwesteke veşartî, dujminane û xrabker radibe û wiha got: “şerim kirina vî zatê han ji paşeroj û rehên xwe me eleqedar nake. Lê belê em nikarin ji bo wê yekê riza nîşan bidin ku neheqiyê li dîroka gelê me û ecdadê me bike.”
Erdogan dîsan axaftna xwe berdewam kir û got ku emê rê nedin rayedarên CHP’ê bi awayekî bê exlaq û bê edeb ji cîgirseroka me “Ozlem Xanimê” re bibêjin vê jinê bidin huşkirin û wiha dewam kir: “serokên wan di axaftineke xwe de ji şexsê min re, dîsa yekî din jî di axaftineke xwe ya di bin banê parlamentoyê da ji şexsê min re her cure heqaret kirin. Li hemberî bêedebiya wan êdî emê bêdeng nebin. Çi hewce dike emê berisva wan bidin.