ÎRO BOMBÊN HÊSR RÊJ 2 XWEPÊŞANDERÊN DİN KUŞTİN

ÎRO BOMBÊN HÊSR RÊJ 2 XWEPÊŞANDERÊN DİN KUŞTİN

Hêzên ewlekariya Îraqê îro careke din bombeyên hêsr rêj li dijî Xwepêşanderên Bexdayê bikaranîn, 2 kes kuştin û 32 birîndar kirine.

Xwepêşandanên îraqê îro derbasî roja xwe a 28an dibe, li Bexda ya paytext û hejmareke parêzgehên din li Başûr û Navîna wilat, gelê nerazî derketine cadeyan û ketina Hikûmeta federal daxwaz dikin.

Li Bexdayê li qada Tehrîr ku bûye sembula xwepêşandanên Cotmehê, gelê nerazî siloganên dijî Hikûmeta federal blind kirine, hêzên ewlekariyê dixwazin wan belavebikin û bi sedema şer û pevçûnan, 2 xwepêşander hatine kuştin û her wiha herî kêm 32 birîndar ketine.

Çavkaniyên saxlemiyê eşkere kirin, kesên ku îro di xwepêşandanê de hatine kuştin, bi gulle topên hêsr rêj hatine hedef kirin û canê xwe winda kirine.

Xwepêşandanên îraqê li 25 cotmeha îsalî li dijî fesadê, hejarî û bêkariyê dest pê kirin, lê belê her di zû de şer û pevçûn ketin têde û gelê nerazî hîna niha ketina Hikûmetê daxwaz dikin.

Pustên heman beş