4 GERÎLAYÊN PKK’Ê TESLİMÎ HÊZÊN EWLEHİYÊ BÛN

4 GERÎLAYÊN PKK’Ê TESLİMÎ HÊZÊN EWLEHİYÊ BÛN

4 gerîlayên partîya Karkerên Kurdistanê îro li navçeyên sînorê li navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê, teslîmî hêzên ewlehiya Tirkiyê bûn.

Çavkaniyên Darka Mazî yê îro roja pêncişemî 21/11/2019an eşkere kirin, bi sedema operasyonên ku Tirkiyê li ser sînorê di navbera Bakur û başûrê kurdistanê da li ser PKK’ê encam dide, 4 gerîlayên PKK’ê binçav kirine.

Hat dest nîşan kirin, yek ji gerîlayên ku hatine binçav kirin, di kategorya gewr a metlûbên Tirkiyê de cî digre.

Çavkaniyan tesbît kir ku wan 4 gerîlayên PKK’ê ji rêxistna xwe fîrar kirine û xwe teslîmî hêzên ewlehiyê kirine.

Çavkaniyên Darka Mazî yê amaje kirine ku her ji dema destpêkirina operasyona tirkyê li sînorê di navbera Bakur û başûrê kurdistanê de, heya niha hejmareke herî zêde ya gerîlayên PKK’ê xwe teslîmî hêzên ewlehiya tirkyê kirine, ku di nava wan de hinek ji rayedarên diyar yên PKK’ê jî cî digrin.

Pustên heman beş