Hevdem digel blind bûna hesasîya dinavbera Emerîka û Îranê de, serê sibê ya roja çarşemî 20/11/2019an hêza deryayî ya emerîkayê ragihand ku Keştîya wan a bi navê Abraham Lincoln roja sê şemî ji dertenga hurmizê derbas bû.
Li gorey dezgehên medyayî fermandariya navendî ya hêzên serbazî yên Emerîkayê, wêneyek ji Keştîya Firoke hilgira Îbrahîm Lincoln, di hesaba xwe a twitterê de belav kiriye ku sê Keştîyên din ên cengî jî têde diyar dibin li dema di dertenga hurmizê de derbas dibin.
Dertenga sitratîjîk a hurmizê beşeke ji avrêyên navdewletî dinavbera wlatên Îran û Îmaratê de ku yek liser pênc a berhemên petrola cîhanî têde derbasî bazarên petrolê dibin.
Li gorey tora medyayî a Firansayê rayedareke berpirs di wezareta berevanî a emerîkayê Pentagonê ku nexwest navê wî were eşkere kirin ku di vê yekê de peywendî dinavbera Keştîya Firoke hilgira Emerîkayê û hêzên beravan yên Îranê de dirist bûye.
Tê zanîn ku her ji dema hedef kirin û xistina firokeyeke bê pîlot a Emerîkî ji aliyê Îranê ve, ev yekem care dibe ku Kesatîyeke Firoke hilgira a Emerîkî di dertenga hurmizê de derbas dibe.