HERÊMA EWLEHİYÊ HAT PÊKANÎN

HERÊMA EWLEHİYÊ HAT PÊKANÎN

Wezîrê bergirya Tirkiyê îro li derbara rojhilata Firatê daxweyanî da û wiha got: “herêma ewlehiyê li Rojhilata Firatê bi kûratî 30 KM û dirêjahiya 145 KM hatiye pêkanîn.

Wezîrê bergirya Tirkiyê Hulusî Akar îro roja pêncişemî 21/11/2019an di daxuyanyekê de hinek mijarên bakûrê Sûriyê û nîqaşa bi Rûsya federal ve û hemwext hereketên li bakûra sûryê nirxandin û wiha axvî: arteşa Tirkiyê herêma ewlehiyê li rojhilata Firatê a bakûra Sûriyê bi kûratî 30 KM û dirêjahiya 145 KM hat pêkanîn.

Da zanîn tevî ku li hundir hinek bermayî mane weke amaje ji bo hêzên Sûryaya demokratîk HSD, lê bi giştî ‎navçeya hereketê hatye paqij kirin.

Hulusî Akar da xweya kirin, ji rojhilat û rojavayê herêma operasyonê ‎êrîş tên kirin, lê ew bi duqat berisva wan didin.‎

Wezîrê bergirya Tirkiyê herwiha red kir, ku arteşa Tirkiyê di êrîşa li ser rojavayê kurdistanê çekên kîmyayî bikar anîbe û got: “me ti çekên ‎kîmyayî yan teqemeniyên ku bi peymanên navdewletî hatine qedexe kirin, bikar ne anîne”.‎

Êrîşa Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê di 9ê Cotmeha 2019an de destpêkir, ‎û di wê êrîşê de herdu bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî ketine bin kontrola arteşa Tirkiyê û gropên çekdarên girêdayî wê.

Pustên heman beş