EMERÎKA Jİ BO GELÊ ÎRANÊ: “DENGÊ WE DİBİHÎZÎN, PİŞTGİRYÊ DİDÎN WE”

EMERÎKA Jİ BO GELÊ ÎRANÊ:"DENGÊ WE DİBİHÎZÎN, PİŞTGİRYÊ DİDÎN WE"

Alîkarê serokê Emerîkayê Mayk Pêns dibêje: “gelê Îranê ji bo pirotestoyê derdikevin kolanan, lê Ayetollahan tehranê tundî yê dikin û gelê xwe diperçiqînin, peyama dewletên yekbûîy eşkereye gelê Emerîkayê di gel gelê Îranê ye.”

Alîkarê serokê Emerîkayê Mayk Pêns ragihand ku Waşinton piştgiryê di de xwepêşandanên li Îranê dihên encam dayîn paş qeyrana benzînê destpêkirî û bûy sedema nerazî bûnan.

Tehranê Emerîka pirotesto kirbû ku ew têkilî mijarên wan yên navxwe dibin, lê piştî vê alîkarê serokê Emerîkayê Mayk Pêns liser hesaba xwe a twitterê peyamek weşand û piştgirî da xwepêşandanên gelê Îranê.

Pêns di peyama xwe da wiha got: “îranî ji bo pirotestoyê derdikevin kolanan, Ayetulahên Tehranê jî tundî yê dikin û gelê xwe diperçiqînin, peyama dewletên yekbûîy eşkereye ku gelê Emerîkayê li gel gelê Îranê ye”.

Ji hêla din li gor nûçeyên di çapemeniya Emerîkayê de hatin weşandin Keştîya Emerîkayê Abraham Lincoln piştî 6 mehan cara ewl li ser telîmatên koçka Sipî rê ket ku here kendava Besrayê.

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê Mayk Pompêyo li ser hesaba xwe a twitterê der barê xwepêşandanên li Îranê de wiha gotbû: “Emerîka we dibihîze, Emerîka piştgiryê di de we, Emerîka li gel weye”.

Piştî vê peyama Pompêyo, Îranê gotbû Waşinton midaxeleya karê wan ên hundir dike û Markos Letinerê balyozê Tehranê yê Suyisrayê ku karên diplomatîk yên Emerîkayê li Îranê dike gazî wezareta karên derve kirbû.

Di 15ê Mijdarê de ji ber ku sê qat bihayê benzînê li Îranê hat zêde kirin, xwepêşandanan dest pê kir û di xwepêşandanan de gelek avahiyên Bankên Îranê hatin şewtandin.

Van xwepêşandanan bajar û bajarokên rojhilatê Kurdistanê jî bi xwe ve girtin û rêxistna hengaw bo mafên mirovan di amarên xwe ên taybet bi xwepêşandanên rojhilatê kurdistanê de ragihand bû ku pêtrî 300 kesan li rojhilatê Kurdistanê hatine desteser kirin û pêtrî 45 kesên din jî hatîne kuştin.

Pustên heman beş