Arteşa rejîma sûryê û polîsên leşkirî ên Rûsya federal îro dewreyeke din a hevpar li bajarokê Tiltemirê pêkanî.
Îro roja pêncişemî 21/11/2019an hereketên arteşa rejîma sûryê û polîsên leşkirî ên Rûsya federal, dewrîyeke din a hevpar li gundewarê bajarokê Tiltemirê ê girêdayî parêzgeha Hesekê pêkanî.
Dewrîya hevpara îro a duyemîn bû tê kirin û li sînorê gundê Cumaya erebeyên leşkirî ên sûryê û Rûsyayê hereketên xwe meşandin.
Li 13 Cotmeha îsal, hêzên Sûryaya demokratîk HSD bi navgîniya Rûsyayê, lihevhatin digel rejîma sûryê kir û li gorî lihevhatinê, arteşa sûryê li rojhilata Firatê li şûna hêzên HSD’ê cî girtin.
Heya niha arteşa sûryê û polîsên leşkirî ên Rûsyayê 2 dewrî yên hevpar li sînorê Tiltemirê pêk anîne, a yekemîn li ser rêya bi navê M4ê bû.