HSD’E DİXWAZE LİHEVHATİNA Bİ DÎMEŞQÊ RE SİYASÎ BİKE

HSD’E DİXWAZE LİHEVHATİNA Bİ DÎMEŞQÊ RE SİYASÎ BİKE

Hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e, nîqaşa bi rejîma sûryê re dest pê kir û ew dixwaze lihevhatina cotmehê bibe bingeha lihevhatineke siyasî.

Çavkaniyên Darka Mazî yên Rojava Kurdistanê eşkere kirin, şandeke hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê û rêveberiya xweser, dest bi nîqaşê û gotubêjan li gel rejîma sûryê kir, ev nîqaş li derbara 2 xalên sereke tên pêkanîn, xala yekemîn bandora domandina arteşa Tirkiyê ji bo êrîşên li ser navçeyên Bakurê Sûriyê û hemwext gihiştin ji bo lihevhatineke siyasî.

Her wiha hat dest nîşan kirin, ev nîqaş ji duh roja çarşemî 20/11/2019an dest pê kirine û nûnerê Rûsya federal navgînî ji bo civînan kirine, bi armanca wê yekê lihevhatina leşkirî a 13 Cotmeha îsal bibe lihevhatineke siyasî.

Hêzên Sûryaya demokratîk li 12 Cotmeha îsal anku bi 3 rojan piştî destpêkirina êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, bi navgîniya Rûsya federal bi rejîmê re civîya bû, piştre li 13 cotmehê lihevhatin îmze kir.

Li gor wê lihevhatinê arteşa sûryê ket nav rojava kurdistanê de û li şûna hêzên Sûryaya demokratîk cî girtin, ev lihevhatin bi yek ji mezintirîn derbên ku bi Rojava Kurdistanê ketine tê hejmartin ji bo ku stato ber bi tune bûnê bir.

Pustên heman beş