Eskerên Tirkiyê û Rûsya ya federal îro Dewrîya hevpara 10mîn li Rojhilatê Firatê li sînorê bajarê Qamişloyê pêkanî û hêzên bejayî û asîmanî beşdarî kir.
Ji bo bicî kirina lihevhatina soçî a li navbera Tirkiyê û Rûsya federal, îro roja şemî 23/11/2019an, eskerên Tirkiyê û Rûsya ya federal, Dewrîya 10mîn a hevpar li navçeyên Rojhilata Firatê û her wiha li sînorê bajarê Qamişloyê pêkanî.
Di dewrîyeyê de ji herdu terefan her yek 4 wesaîtên bejayê beşdar bûn û dewrîye 9 kîlometran di hundir de û bi dirêjahiya 38 kîlometran pêk hat.
Hêzên Rûsî û Tirkî 10emîn Dewrîya xwe a hevpara çavdêriyê li bajarokê Dirbêsiyê yê rojavayê kurdistanê encam dan, di dema Dewrîya çavdêriyê de, 2 helîkopterên Rûsî li asîmanê Dirbêsiyê digeriyan û ji asîman ve çavdêrî dikirin.
Piştî rêkeftina serokê Rûsya Viladîmêr Potîn û serokomarê Tirkiyê Recep Teyîb Erdogan li roja 22 Cotmeha rabûrî li bajarê soçî, hêzên Rûsî û Tirkî hejmarek dewrîyên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên rojava kurdistanê dikin.