ALÎKARÊ TİRAMP Bİ NİHÊNÎ TÊ BEXDAYÊ

ALÎKARÊ TİRAMP Bİ NİHÊNÎ TÊ BEXDAYÊ

Alîkarê serokê wîlayetên yekbûy ên Emerîkayê êvara îro bi serdanekê giha Bexda ya paytexta Îraqa federal û ev serdan a bê haydarî ya rayedarên Îraqê çêbûye.

Mayk Pêns êvara îro roja şemî 23/11/2019an gihîşt Bexda a paytexta Îraqê ji bo hevdîtna hêzên leşkirî ên arteşa wilatê xwe emerîkayê ku li navçeya Eyn Elesed a rojava Îraqê cî digrin.

Ev serdana Pêns hemwexta birêveçûna pêleke dijwar a xwepêşandanan li Bexdayê û 9 parêzgehên din tê ku gelê nerazî ladana Hikûmetê dixwaze.

Serokê emerîkayê Donald tramp li dawiya sala rabûrî 2018an bi nihênî serdana Bexdayê kir û li gel arteşa wilatê xwe civîya bû, piştre û bêy haydarîya berpirsyarên Îraqê careke din ber bi emerîkayê bi rê ket.

Pustên heman beş