BALEFIRÊN F35 WÊ TİRKİYÊ RASTÎ CEZAYÊN EMERÎKAYÊ BİKE

BALEFIRÊN F35 WÊ TİRKİYÊ RASTÎ CEZAYÊN EMERÎKAYÊ BİKE

Hikûmeta Tirkiyê dibêje: “heger ew nekarin ji Emerîkayê balefirên F35an bikirin, wê neçar bimînin li bedîlên din bigerin”, ev daxweyanî amajeyek zelale ji boy kirîna balefirên Rûsyayê.

Wezîrê parastina neteweî yê Tirkiyê Hulusî Akar di hevdîtineke medyayî de eşkere kir, Tirkiye beşdar komîta wlatên hevpar a çêkirina balefirên cengî F35an, lê belê heger Emerîka razî nebe, balefiran bi Tirkiyê re bifroşe, wî çaxî Tirkiyê wê neçar be berê xwe bide Rûsyayê ji bo dabîn kirina pêwîstiya xwe ji balefirên cengê.

Akar dibêje: wan pêştir xwestin sîstemên bergirya asîman a bi navê “Patiryot” bikirin, lê belê wexta serketin di vê babetê de çênebû, wan berê xwe dane Rûsyayê û sîstema S-400 krî.

Wezîrê Tirk dest nîşan kir ku divê hemû kes bizane, heger ew nekarin balefirên F35an ji Emerîka bikirin, wê neçar bimînin li bedîlên din bigerin.

Rayedareke Emerîkayê duh roja înî ragihand bû, divê Tirkiye xwe ji sîstema S-400 xelas bike, heger na, bijardeya ceza kirina Tirkiyê li berdeste.

Pustên heman beş