ÎRO 6 XWEPÊŞANDER HATİN KUŞTİN Û 158 BİRÎNDAR BÛN

ÎRO 6 XWEPÊŞANDER HATİN KUŞTİN Û 158 BİRÎNDAR BÛN

Li Îraqê di xwepêşandanên li dijî Hikûmetê de, îro roja yekşemî 6 kes hatin kuştin û 158 kesê din birîndar bûn

Li Îraqê hêzên asayîşê îro li wexta belavepêkirina xwepêşandanên dijî Hikûmetê de û li parêzgehên Besra û Zîqarê, 6 xwepêşander kuştin û 158 xwepêşanderên din birîndar kirin.

 li gor daxuyaniya ku ji Komîsyona blind a mafên mirovan a Îraqê hat dayîn, hêzên asayîşê li Um Qesra bajarê Besrayê, hewla belavepêkirina xwepêşanderan kir û 3 kes hatin kuştin, 87 kesên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku polîsan li parêzgeha Zîqarê li ser pira Zeytûnê a li bajarê Nasirîyê 3 xwepêşander kuştin û 71 xwepêşanderên din birîndar kirine.

Li gor daxuyaniyê li herdu parêzgehan 11 xwepêşander hatin binçavkirin û bang li Hikûmeta navendiya Îraqê hat kirin ku tundiyê demildest bi dawî bîne.

Pustên heman beş