Serokê wîlayetên yekbûy yên Emerîkayê îro eşkere kir, piraniya reha ya gelê Emerîkayê li dijî ladana wî ne.
Donald Tramp îro roja yekşemî 24/11/2019an li derbara melefa lêprisîn û ladana wî ku ji aliyê partîya demokratan ve tê birêvebirin, li ser ekawinta xwe ya twitterê got: ¾ ya gelê Emerîkayê li dijî ladana wî ne.
Tramp dibêje: “hemû rapirsîyên li derbara ji kar ladanê bi wê arasteyê diçin ku gelê Emerîkayê naxwaze ew biçe û digel vê yekêne li posta seroktiyê bimîne”.
Herwiha dupat kir, 75% ya Emerîkîyan bûçûna xwe wiha dane û gotine: “pêwîste Tramp bimîne”, hemwext 25% heza xwe ji bo çûna tramp diyar kirine.
Demeke li Emerîkayê partîya demokratan dixwaze lêprisînê digel Tramp bike, weke amadekarî ji bo ladana wî ji Posta seroktiya Emerîkayê, ev bizav jî li kongirêsa Emerîkayê tên birêve birin.