BLOMBÊRG: “ME TAQETA EHMEQİYÊN TRAMP NEMA”
Milyardêrê Emerîkî Maykil Blombêrg radigihîne, wî biryara daye xwe ji bo hilbijartinên seroktiya Emerîkayê yên sala 2020ê xwe kandîd bike, ji ber ku bi gotna wî, wan taqeta ehmeqiyên Tramp bo 4 salên din nemaye.
Maykil Blombêrg milyardêrê Emerîkî û endamê herî diyar yê partîya demokratan, daxwaziya xwe ya kandîd kirinê ji bo seroktiya Emerîka daye partîya xwe û dibêje: “ji ber ku wan taqeta ehmeqyên donald tramp bo 4 salên din nemaye”.
Blombêrg temen 77 sale ew radigihîne, wî 30 milyon dolar ji bo hewa bangeşeya xwe ji bo seroktiya Emerîkayê terxan kirine û li ser pêgeha xwe nivîsandiye: “ew dê xwe kandîd bike û Tramp rastî şikestinê bike”.
Maykil Blombêrg herwiha gotiye: “me şiyan nîne ji bo 4 salên bihêt tehemula reftarên Tramp yên berela û ne exlaqî bikeyn, Tramp bi gef li ser mana emerîkayê û pirensîpên wê tê hejmartin, ger wîlayeteka din bir, emê baceka giran bidîn”.
Maykil Blombêrg milyardêrê Emerîkî ku sermayê wî digehe 50 milyar dolaran, dê digel 17 kandîdên din bizava bi dest xistina rezamendiya partîya xwe ya demokrat ket jibo dest nîşan kirina wî ji bo hevrikiya Tramp li hilbijartinên 2020ê.