LEŞKİRÊ TİRKİYÊ PÊGEHEKE LEŞKİRÊ SÛRİYÊ TOPBARAN DİKE

LEŞKİRÊ TİRKİYÊ PÊGEHEKE LEŞKİRÊ SÛRİYÊ TOPBARAN DİKE

Tirkiyê pêgeheke leşkirê Sûriyê li nêzî Til Temir topbaran dike û gel li Girê Sipî pêgeheke giropên çekdar ên opozisyona Sûriyê dişewtînin.

Saziya Sûriya ji bo mafên mirovan ragihand, balefirên bê pîlot ên ser bi leşkirê Tirkiyê pêgeheke leşkirê Sûriyê li gundê Til Tewîl liser rêya Til Temir-Mnacîr hedef kir û têde 2 leşkirên Sûriyê birîndar bûn.

Di berdewamiya ragihandina xwe de vê saziyê eşkere kiriye ku ferman li leşkirê Sûriyê hatiye kirin ku bi ti awa neçe nava şerê dinavbera “HSD’ê” û leşkirê Tirkiyê de, bi awayek wiha ku nabe xwe yek gulle jî li himber leşkirê Tirkiyê biteqîne.

Ji aliyê xwe ve ajansa Sanay a ser bi Hikûmeta Sûriyê ve ragihand, yekîneyên leşkirê Sûriya derbasî xaleke nû bûne li gundê ‘Aliya êku dikeve rojavaya Til Temirê ji bo berdewam kirina peywendiya dinavbera hêzên wê ên li Hesekê û Reqayê.

Saziya Sûriya ji bo mafên mirov dîsan ragihand ku li gorey zanyariyên ber dest hatiye îsbat kirin ku çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê bazirganiyê bi cesedê kuştiyan dikin.

Pustên heman beş