ÎRAN WÊ RÊKXERÊN XWENÎŞANDERAN BİDARVE BİKE

ÎRAN WÊ RÊKXERÊN XWENÎŞANDERAN BİDARVE BİKE

Supayê pasdaran daxwaz ji rejêma îslamî ya Îranê kir, rêkxerên xwenîşanderan bi awayekê herî dijwar siza bide.

Emîral Elî Fedawî, endamê Konseya fermandariya supayê pasdaran yê komara îslamî ya Îranê dibêje: “wan hemû rêkxerên xwenîşanderan dest bi ser kirine û dê bi awayekî herî dijwar werin sizadan”.

Hemwext got: “rêkxerên xwenîşanderan karnameya hinek berpirsyarên Emerîkayê û Îraniyên ku li derve dijîn bicî înane û li ser vê sûçê ewê bigihin sizayê xwe”.

Fermandarê supayê pasdaran destnîşan kir ku desthilata dadwerî ya Îranê, wê sizayê ji hemû sizayan dijwar tir bi ser wan de bisepîne, wek amaje bo sizayê bidarve kirinê.

Li gor datayên fermî yên hikumeta Îranê, pitrî 100 rêkxer û çalakvanên xwenîşandanan hatine desteser kirin, hemwext pêtir ji 1000 xwenîşanderan binçav kirîne.

Xwenîşandanên Îranê li 15 Novembera îsal 2019ê dest pê kir bûn, piştî ku hikûmetê bihayê panzînê bi rêjeya 50% blind krî û her di zû de li 100 bajêr û bajarokên Îranê û rojhilata Kurdistanê belav bûn.

Pustên heman beş