Ehmed Elîreza Bêgî, parlementerê Tevrêzê di civata Îranê de got: wêjeya ku Hesen Rohanî bikar anî û eşkere kirina qamîreyên çavdêrî kirina xwepêşandanan ne karê serok komare “ev ne wêjeya serok komarekê ye belku ev wêjeya serok polîsekê ye”.
Ligorey ajansa Mihr a Îranê, ‘Elîreza Bêgî dopat kir “gelê Îranê bawerî bi desthilatê nîne” û sebaret vê bê baweryê got: jibo vê bê baweryê pir sedem hene. Serok wezîr li ciyê bawerî dirist kirinê dibêje ku TV û qamîreyên monîtêrîng me hene, emê bibînin û dûvçûnê bikîn, helbet ev ne wêjeya serok komarekê ne belku ev wêjeya serok polîsekêne.
Tê zanîn ku paş xwepêşandanên Îranê ku bi sedema blind bûna bihayê benzînê li Îranê hatin saz kirin, Hesen Rohanî serok komarê Îranê li roja yekşemî 17/11/2019 di civîna desteya dewletê de di rojên destpêkê ên xwepêşandanên Îranê de gotiye: min ‘erebe heye taku bi wê ‘erebeyê karên xwe encam bidim, neku rêyê ji xelkî bigirim. Ger min rê ji xelkê re girt sipas ji bo Yezdan me pir qamîreyên manîtorî hene ku ‘erebe û hejmara wê û şofêrê wê jibo me eşkere bikin.