PKK’E Û ŞERKİRİNA Bİ WEKALET Lİ DİJÎ HERÊMA KURDİSTANÊ

PKK’ê şer firot PDK’ê û bi hemû hêza xwe kar ji bo jinavbirna statoya Başûrê kurdistanê kir

Herçend ew siyaseta niha PKK’e li himber Başûrê Kurdistanê û partîyên vê parçeya Kurdistanê bi tevahî û Partîya Demokrat a Kurdistanê “PDK” bi taybetî dimeşîne paş sala 1990 zêdetir bûye, PKK niha pêtir ji her demeke din hêzên xwe yên çekdar li Başûrê Kurdistanê kom dike, herwiha ew bizavên kurdan yên li Ewropayê ber bi nemanê dibe, yên mayî bi tenê “PDK û YNK” ne.

Partîya demokrat a Kurdistanê, Partîya herî bi hêz a Kurdistanê bû bi taybet li navçeya behdînan û botan ya Bakurê Kurdistanê PKK’ê bi tenê hizir ji bû vê partiyê dikir, herçend Partîya demokrat a Kurdistanê hêza wê a çekdarî û cemawerî a herî mezn hebû, lê tu caran li dijî partîyên wilat parêz neçû di tu senger nedana, belku li ciyê zimanê şer zimanê dîplomasî bikar anî, û bi zimanek nerim li Kurdistana Bakur bi giştî û navçeya Botan bi taybetî ciyê xwe kir, PDK’ê bi rêya Eşîrên wê navçeyê bingehek ji xwe re ava kir, lê belê li sala 1991an de paş serhildana gelê Başûr û bicî bûna azadiya Başûrê wilat û dirist kirina Herêma Başûr PKK’ê ev parte bi metirsiyeke herî mezin da nasandin, tirsa PKK’ê eve ku nikare wek ew dixwaze li navçeyên li jêr deshilata PDK’ê de gelê kurd ji xwe re kesib bike û li dijî hizra neteweyî û dewleta serbixwe raweste.

Her wexta PDK’ê pêngaveke dîrokî avêtibe PKK’ê şer pêre firotiyê

Ya eşkereye ku her dema PDK’ê li Başûrê welat hengavek dîrokî avêtibe PKK’ê şerê çekdarî ê bi wekalet bi PDK firoştiye, anku PKK’ê şer bi PDK’ê firoştiye, PKK ji xwe re lawaziyeke herî mezin dibîne ku nikariye paş serhildana Başûr li sala 1991an de xwe li bajarên Başûr bicî bike û atîfa gelê Başûr ji bo xwe rakêşe.

PKK’ê li sala 1991an de taku bikare bihêz be li Başûr, partîyeke kurdî bi navê “Partîya azadiya Kurdistanê/PAK” damezrand û hêzeke çekdar jêre dirist kir, ji bo vê yekê Ocalan gelek kesatî û navdarên Eşîretên Başûr daxwaz dike Şamê, Ocalan tekoşîn ji bo vê yekê dikir ku “PAK” bike Cihgira PDK’ê.

Li sala 1992an de paş dirist kirina Hikûmeta Başûr PKK’ê dijminatiya xwe li himber vê yekê diyar kir û şer bi PDK’ê re firoşt, PKK li dijî Hikûmeta Başûr li navçeyên Botan û Badînan şer digel PDK’ê kir, helbet ev yek bê xwe berhev kirina pêş wext bû, ev şerê PKK’ê digel Hikûmeta nû ava bûyî ya Başûr encam day bû sedem ku Hikûmeta herêma Başûr her ji dest pêka dirist bûna xwe lawaz bibe.

PKK bi tu awayekî ev şer bi şerê birakujî nenasand, belku ev şer bi şerê li dijî îxanetê da nasandin, û Ligorey PKK’ê, PDK’ê îxaneta nîştîmanî encam daye jiber vê yekê şerê li dijî wê dike, ji sala 1992yan pêde PKK’ê hêza xwe a sereke xiste di şerê li dijî PDK’ê da, behaneya PKK’ê ji bû îxaneta PDK’ê eve ku PDK nêzî Tirkiyê ye a rast tişteke dine, ew tişt jî eve jiberku Tirkiyê û Îranê û Îraqê nekarîn jiber Emerîkayê ezmûna Başûrê wilat jinav bibin, PKK bi vê karê erkdar kir, bi wateyeke din em dikarîn bibêjîn ku her dijatî û şer pê firotina PKK’ê bi Başûr û PDK’ê re dewletek mîna Tirkiyê û Îranê û Îraqê lipişte û PKK’e bernameya van wilatan bicî dike.

Bayik: kuştina gerîlayekê birîndar bi rumet tire ji wê yekê ku PDK’e wî tedawî bike

Li sala 1992an de PKK’ê îxaneteke herî mezn li qadroyên xwe kir, dema di vê salê de PKK’ê şer bi PDK’ê firotî li navçeya Heftenînê 19 gerîlayên wê brîndar dikevin PKK van birîndaran dibe û li şirketeke wê navçeyê bicî dike, PDK’e daxwaz dike van birîndaran li Nexweşxaneyeke Hewlêrê tedawî bike, lê belê Cemîl Bayik biryar dide ku her 19 gerîla werin qetil kirin û dibêje qetil kirina van gerîlayan pir bi rumet tire ji wê yekê ku PDK’e tedawiya wan bike, bi biryara Cemîl Bayik teqe li wan gerîlayan tê kirin û 18 kes tên kuştin û gerîlayek bi navê “Cahîde” ku xelka Dêrkê ye zîndî derbas dibe ji vê komkujiya bi biryara Cemîl Bayik hatiye encamdan, paş ku Cahîde digehe cîyek ewle rastiyê ji herkesê re dibêje û diyar dike ku ew gerîla bi biryara Cemîl Bayik hatîne qetil kirin û bi vê rêyê Bayik dixwest weha nîşan bide ku PDK’e birîndar û dîlên PKK’ê qetil dike, paş diyar bûna vê rastiyê Ocalan digel serkirdatiya PKK’ê mîna her car vê bûyerê diveşêrin û bi tu awayekê rê nadin bas liser bê kirin.

Li sala 1993an de PKK’ê gelek wilat parêz  li Ewropayê û parçeyên din ên Kurdistanê li kempa “Zelê” li Başûrê Kurdistanê kom kirin taku meclîsa neteweyî ya Kurdistanê ava bike, a rast mebesta sereke a PKK’ê avakirina meclîsek neteweyî nebû  belku mebest pê dijatî kirina parlamentoya Başûrê Kurdistanê bû ku ji aliyê hêzên navdewletî danpêdan pê hatbû kirin, PKK’ê 200 kes li Zelê kom kirin ji bû vê mebestê paşan ev kese vedigerin ciyên xwe yên ku li Bakura Kurdistanê hatî û vegeryay ji aliyê Tirkiyê hatin girtin û kuştin.

Erkê PKK’ê di dest nîşan kirina wilatparêzan de û kuştina wan bi dest Tirkiya

Pirsa sereke a li vir serhil dide eve gelo çima dema PKK nikare gel û wilat parêzan, biparêze van karan dike? Bersiv jî eve PKK bi erkê xwe radibe, ew erkê dewleta Tirkiyê pê day ew erk jî eve ku kesên berniyas û wilat parêzên kurd destnîşan bike û bi pîlan van kesan bi destê dewleta Tirkiyê bidet kuştin.

Pustên heman beş