REWŞA ÎRAQÊ PİŞTÎ 37 ROJÊN XWEPÊŞANDANAN PİRR XETERE

REWŞA ÎRAQÊ PİŞTÎ 37 ROJÊN XWEPÊŞANDANAN PİRR XETERE

Xwepêşandan li parêzgehên Başûr û naverasta Îraqê didomin û careke din aloziyê destpêkir, xwepêşanderan bi dolabên agir pê xistî kolan û rêkên sereke daxistine.

Xwepêşandanên Îraqê îro roja çarşemî 27/11/2019an bo roja 36an dewam dikin, li parêzgehên Bexda, Besra, Necef, Kerbela, Dîwaniyê, Babilê xwepêşandan hene û gelê nerazî li meydan û qadên serekî kom bûne, polîs û hêzên ewlekariyê jî bi teqeya raste rast çendîn xwepêşander brîndar kirine.

Li navenda bajarê Bexda yê paytexta Îraqê, digel berdewam bûna xwepêşandanan, hêzên ewlehiyê 2 xwepêşander bi teqeya raste rast kuştin.

Xwepêşanderan avahiya şaredariya parêzgeha Necef girt, her wiha xwepêşanderên din bi dolabên agir pêxsitî rêyên sereke yên parêzgehê girtin.

Li Kerbelayê xwepêşanderan gelek kolanên sereke û bazirganiyê, kolana Derîbê, Îskan, El Cayîr û Senterên li navenda bajar qut kirin.

Hemwext li parêzgeha Dîwaniyê xwepêşanderan navenda hêzên hikûmetê dorpêç kir, li parêzgeha Besrayê jî pira Îtalî qut kirin, li Besrayê ev çend roje hemû rêyên sereke yên diçin navenda parêzgehê, qut kirîne.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji polîsên Babilê diyar kir ku 15 endamên ji hêzên ewlehiyê yên Îraqê di hewildana xwepêşanderên êrîş kirina navendên ewlehiyê de birîndar bûn.

Pustên heman beş