SENATORÊ KOMARÎ Ê EMERÎKA: ÎRANÊ HİNEK ROJÊN KÊM MANE

SENATORÊ KOMARÎ Ê EMERÎKA: ÎRANÊ HİNEK ROJÊN KÊM MANE

Lêndisî Graham, Senatorê komarî ê Emerîka duh şev 26/11/2019an di karvedana axaftinên Hisên Selamî fermandarê supayê pasdarên îranî sebaret Emerîka û hevpeymanên wê li navçeyê ragihand rejîma Îranê bi tenê hinek rojên kêm yên jiyan kirinê mane.

Senator Lêndisî graham, roja sê şemî di hesaba xwe a twitterê de amaje bi ‘Elî Xamineyî rêberê komara îslamî ragihand: berevajî wê a Hisên Selamî dibêje, mezintirîn gef liser gelê Îranê, ne hikûmeta Emerîka û gelê emerîkayê ne, belku alîgirên Ayetollahên weke Selamî ne.

Ev Senatorê Emerîkî dinvîse a ji bo min eşkere eve ku bi tenê hinek rojên kêm li jiyan kirina rejîma Îranê mane.

Senator di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere dike ku givaştinêk serok Donald Tramp wê berdewam bin, û ev yek wê di berjewenda gelê Îranê de bi dawî were, û dema ev rejîma kujek bi dawî tê, Cîhan wê bibe cîyekî ewle.

Li dijî blind kirina bihayê benzînê li Îranê, gelê Îranê dest bi xwepêşandanan kir lê belê paş 5 rojan û kuştina sedan xwepêşanderan û desteser kirina hezaran xwepêşanderên din rejîma îranî karî van xwepêşandana bi dawî bîne.

Herçend ev xwepêşandane bi sedema blind kirina bihayê benzînê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine encamdan lê belê hêdî hêdî daxwaziyên xwepêşanderan hatin guherîn û daxwaza îstîfa kirina mezine rayedarên hikûmeta Îranê kirin.

Pustên heman beş