Serokê tevgera kesk ya Îranê ku bi opozisyon tê hejmartin, hoşdarîya jinavçûna rejîma Îranê û wîlayeta Feqîh da rêberê şorşa îslamî Ayetollah Aliyê Xamineyî.
Piştî Kerobî, mîr Hisên Mosewî herçende ku dema 10 salane ew di mala xwe de ji aliyê rejîma Îranê ve binçav kirin, lê ew di peyamekê da radigihîne: “digel derbirîna hevxemiya xwe digel malbatên kuştîyan û bûyerên vê dawyê, blind kirina bihayê benzînê bi kareke ne ber Aqil û bazirganî kirin dibînîn û şêwazê serederî kirina digel xwepêşanderan weke kuştara meydana “Jale” ya sala 1979ê dizanîn û hoşdariyê li derencamên vê yekê didîn”.
Li gorey pêgeha “Kelîme”, mîr Hisên Mosewî di peyamekê de gotiye: “tund û tîjî ya digel gelê ajiz û nerazî ji biryara şaş û dije berjewendiyên texa hejar û mafxwarî û birîndar ji siyaseta şaş hatye ser cadeyan, û berifreh bûna nerazî bûna li tehranê û navçeyên din yên Îranê, amajeyeke bi wê çendê ku mandûbûneke tevahî di nava texên hejar û sitem lê kirî di welatî da, bi temamî weke “kuştara bê rehmane” ya xelkê li 17/9/1978 ye”.
Mosewî herwiha ragihand, mirovkojên sala 1978ê nûnerên rejîmeke ne olî bûn, û memor û nîşaneşikênên 2019aan nûnerên rejîmeke olî ne.
“li wê demê fermandarê giştî yê hêzên serbazî Şah bû, îro Weliyê Feqîhe bi desthelatên bê sînor.
Ez serxweşiyê li tevaya malbatên şehîdan dikim, û dibêjim ew birîna li can û cesedê gel hatî kirin tenê bi eşkere kirina biryarder û encamderên vê kuştarê û dadgeh kirina eşkere ya wan kesan û şirove kirina sedemên vê cînayeta eşkere tê tedawî kirin, ger na deng borr kirin û gotina ev şereke cîhanî ye li dijî Îranê bersiveke razîker û lojîkî nîne ji bo gelê Îranê û ev yek nabe sedem ku ew birîna kûr û bi metirisî ya li ser ceseda gel hatî çêkirin tedawî bibe. Bi tenê pêdvî dike rejîm hizir di encamên “kuştara meydana Jale” da biket”.
Hêjayî gotnê ye ku Mehdî Kerobî jî ku yeke ji serkirdeyên opozîsyona Îranê “tevgera Kesk” ku 9 sale li jêr binçav kirinê ye, bi belav kirina peyamekê bi navê “alavê serkotkirinê” û “tundutîjî ya nehê Xeyal kirin” hikûmeta Îranê rexne kir, û hoşdarî da ku bi berdewam kirina vê sîyasetê, rewşa Îranê careke din wê ber bi şoreşeke din here.