Ozgûr Ozel dîroka hilbijartinê eşkere kir: “Herî dereng cotmeha 2027an”

Serokê Giştî yê CHPê Ozgür Ozel, derbarê dema hilbijartinên giştî de daxuyaniyên balkêş dan. Ozel destnîşan kir ku li gorî nîşaneyên siyasî yên li Enqereyê, hilbijartin dê herî dereng di Cotmeha sala 2027an de werin lidarxistin û partiya wan ji niha ve ketiye amadekariyan.
Ozgûr Ozel ragihand ku CHP dê di 4ê Gulanê de bi fermî dest bi kampanyaya xwe ya hilbijartinê bike. Ozel diyar kir ku ev kampanya dê bi stratejiyeke “360 pileyî” were meşandin û tevahiya rêxistinên partiyê dê di nav de cih bigirin. Di vê roja destpêkê de, ne tenê rêxistin, lê endamên Meclîsa Partiyê (PM), Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) û hemû parlamenter dê li 81 parêzgehan dakevin qadan.
Xebata serekî ya CHPê di vê qonaxê de dê li ser têkiliya yek-bi-yek a bi welatiyan re be. Taybetmendiyên vê stratejiyê wiha ne:
Amadekarî: 186,000 berpirsên navendên dengdanê hatine diyarkirin.
Xebata Qadê: Di 4ê Gulanê de 106,000 berpirs dê rasterast dest bi xebatê bikin.
Têkiliya Taybet: Her berpirsek dê ji 300 hilbijêran (nêzîkî 200 malbatan) berpirsiyar be.
Serdanên Berdewam: Serdanên yekem di Gulanê de dest pê dikin û dê di mehên Îlon û Cotmehê de bi gera sêyem û çarem berdewam bikin.
Serokê CHPê tekez kir ku berpirsên wan dê her meh serdana malan bikin, xwe bidin nasîn û proje û sozên partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî rave bikin. Ozel got ku armanca wan ne tenê daxuyaniyên siyasî ne, lê avakirina têkiliyeke xurt a baweriyê ye daku welatî CHPê wekî çareserî bibînin.
Ozel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zextên dadwerî yên li ser partiya wan û diyar kir ku bi vê xebata mezin a qadê, ew ê hem bersiva van zextan bidin û hem jî li her derê Tirkiyeyê dengê welatiyên ku ji ber krîza aborî dinalin, bilind bikin.