Erdogan: Pêvajo bi awayekî erênî ber bi pêş ve diçe

Erdogan: Pêvajo bi awayekî erênî ber bi pêş ve diçe

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de li ser geşedanên dawî yên siyasî axivî. Erdogan bal kişand ser “pêvajoya” ku di rojevê de ye û destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan, encamên erênî derdikevin holê.

Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku ev prose ne nû ye û ketiye qonaxeke girîng. Serokkomar got: “Tevî hemû sabotajên veşarî û vekirî, pêvajoyê 18 meh li dû xwe hiştin. Bi erêkirina rapora Komîsyonê re, niha em di qonaxeke hesastir de ne.” Erdogan her wiha anî ziman ku atmosfera heyî ya siyasî rê dide ku gavên bi biryartir werin avêtin.

Erdogan bang li hemû aliyan kir ku li gorî berpirsiyariya dîrokî tevbigerin û wiha berdewam kir: “Tiştên ku divê werin kirin diyar in. Pêvajo bi awayekî erênî pêşve diçe. Bêguman dîrok dê navê kesên ku piştgirî dane vê pêvajoyê tomar bike.” Erdogan tekez kir ku ew rê nadin tu gotin an pratîkên ku zirarê bidin vê atmosfera erênî.”

Di dawiya nirxandina xwe de, Erdogan destnîşan kir ku ew çaverê ne her kes bi hestiyariyeke mezin nêzîkî vê qonaxê bibe. Wî destnîşan kir ku armanca wan parastina aramiya giştî ye û divê tu alî nebe sedema têkçûna vê xebata ku 18 meh in bi kedeke mezin tê meşandin.