Muqteda sedir rêberê tevgera sedir îro roja şemî 30/11/2019an ragihand, tevgera wî di wê hikûmeta ku biryare paş dest ji kar kişandina Adil Ebdulmehdî were pêk anîn beşdar nabe, hevpeymaniya Saîrûn ku sedir serkirdatiya wê dike di hilbijartinên parlamentoya Îraqê li meha Golana sala 2018an de bi destve anîna 54 kursîyan li rêza yekem a parlamentoyê hat.
Axaftinên sedir paş wê yekê dihên ku piropagindeya wê yekê dinav gelên Îraqê de belav bûye ku 5 kes namzedin jibo pêk anîna hikûmeta paş Adil Ebdulmehdî, lê belê xwepêşander daxwaza guherînên tevahî dinava hikûmetê de dikin.
Roja înî 29/11/2019an Adil Ebdulmehdî ragihand jibo rêgirtin ji xwîn rêştinê ew dest ji posta xwe a serok wezîrtiyê berdide.
Paş vê daxweyanya Adil Ebdulmehdî xwepêşanderên Îraqê bi şahiyê pêşwazî li vê daxweyanîya wî kir wan ev kare weke serketineke dîrokî û destpêka serketina xwe da nasandin.