EMERÎKAYÊ 20 BARHELGİRÊN ÇEK ŞANDİN ROJAVA

EMERÎKAYÊ 20 BARHELGİRÊN ÇEK ŞANDİN ROJAVA

Wîlayetên yekgirtî yên Emerîkayê, îro 20 erebeyên barhelgir yên alîkariyên çek û pêwîstiyên lucistî şandin Rojava Kurdistanê.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê îro roja yekşemî 1/12/2019ê eşkere kirin, 20 erebeyên barî yên çek û pêwîstiyên lucistî ku yên arteşa emerîkayê ne, gihan sînorê navçeyên hêzên kurdî yên li Rojava Kurdistanê.

Medya rejîma Sûriyê li vê derbarê belav kir, barhelgirên çek û teqemeniyan yên arteşa Emerîkayê li parêzgeha Hesekê cêgîr bûne, hemwext tekez kir, ev alîkarî ji bo piştevaniya hêzên Emerîkayê ne ku li wir bi erka parastina palawgehên petrolê radibin.

Li gor çavkaniyan, hinek ji wan barhelgiran ber bi Başûrê rêya dinavbera Şedadî û Dêrezûrê çûne.

Li rojên dawiyê, arteşa emerîkayê bi dehan erebeyên barhelgir şandin navçeyên Rimêlan li nêzî palawgehên petrolê û praniya wan li nêzî Hesekê û Reqayê hatine cêgîr kirin.

Pustên heman beş